Li Çaldıranê îdiaya jinekê hewilda xwe întihar bike
09:36
JINHA
WAN - Hat îdiakirin ku li navçeya Çaldiranê L. K ya 19 salî di saet 19.30'an de di baxçê mala xwe de hewildaye demancê li serê xwe bixe û dawî li jiyana xwe bîne.
Hat îdiakirin ku li navçeya Çaldiranê L. K ya 19 salî di saet 19.30'an de di baxçê mala xwe de hewildaye demancê li serê xwe bixe û dawî li jiyana xwe bîne. Li gorî agahiyên hatin girtin li Taxa Çubuklu ya Çaldiranê L. K di baxçê mala xwe de bi demancê hat birîndar kirin. Xizmên wê bi bihîstina dengê çekê gazî ambulansê kirine û L. K rakirina Nexweşxana Dewletê ya Çaldiranê.
Piştî mudaxeleya despêkê ya Nexweşxana Dewletê ya Çaldiranê jina ciwan rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ê.
Girêdayî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin.
(zt)
