Hem Kurd hem jî LGBTT bûn, du qatîn pirsgirêk e!
13:27
Gulşen KOÇUK
AMED – Înisiyatîfa Hebûn a ku baskê LGBTT’ê yê li Amedê ye, hewl dide ku endamên LGBTT’ê yên li herêmê birêxistin bike, zana bike û famkirina zayendparêz a di nav civakê de, biguherîne. Endama Hebûnê Oyku Sezer, balkişand ser destdirêjî û destavêtina li hemberî kesên trans, qetilkirina wan a di bin navê namûsê de, teşebusên lîncê yên li hemberî wan û wiha got: “Em ji ber ku hem kurd in hem jî LGBTT’î ne, pirsgirêkan dijîn. Ji ber nasnameya xwe ya zayendî, di nav çar dîwaran de dikin dîlkirin. Rûpela ku me di malpera Facebook de vekir, hate hackirin (têk birin). Navê me bi kurdî ye. Navê yên ku malpera me hack kirin, ‘Tîma Ayyildiz’ bû. Ev êrîşeke faşîst bû.”
LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Transseksuel, Travestî), di salên 1900’î de destpêkê, ji bo kesên hevzayend hate bikaranîn. LGBTT, bi wateyeke din, peyva baneyê ya ku di têkoşîna van kesan de dihat bikaranîn bû. Şewqa yekem a tevgerê ya li Tirkiyê jî, Lambdaistanbul a ku di sala bir 1993’yan de navenda wê li Stenbolê hat avakirin bû. Yek ji avabûnên li rojhilatê Tirkiyê yên LGBTT’ê jî, Hebûn a ku di sala 2007’an de li Amedê bi navê Pîramît destpê kir e. Ev avabûn, piştî salek û nîv dem di ser re derbas bû, navê xwe guherand û di sala 2009’an de bi navê Hevjîn xebatên xwe domand. Di vê serdemê de înisiyatîfê, kovareke bi navê Hevjîn weşand. Lê weşana vê kovarê, demeke kin berdewam kir. Di sala 2011’an de înisiyatîfê, bi navê Hebûn xebatên xwe domand. Hebûn, wekî avabûneke LGBTT’ê ya li Amedê, ji bo zanekirina kesên LGBTT’ê, yên li herêmê û piştgiriya ji bo wan, xebatên cur bi cur dimeşîne. Endamên înisiyatîfa Hebûn, xebatên xwe didomînin. 5 jê çalak, bi tevahî 35 endamên wê hene. Hebûn, înisiyatîfeke li hemberî binpêkirina mafên kesên LGBTT’î ye. Hebûn, hewl dide ku nêrîna civakê ya li hemberî meylên zayendî yên cuda, biguherîne.
‘Mafê me yê jiyanê ji destê me digirin’
Oyku Sezer ku yek ji aktîvîstên Hebûnê ye, li ser pirsgirêkên kesên LGBTT yên herêmê, rawestiya. Oyku, got ku kesên LGBTT’î yên li herêmê ne, ji ber nezaniya xwe rastî binpêkirinên mafan tên. Oyku, anî ziman ku ji bo pirsgirêkên dijîn bêne çareserkirin, pêdiviya wan bi rêxistinbûnê heye. Oyku ragihand ku bi avabûnên LGBTT yên li Tirkiyê re her tim di nav diyalogê de ne û wiha got: “Em di aliyê rêxistinî de, li ba hev in. Lê wekî kes, em nikarin li ba hev bisekinin. Soz didin, lê dema ku dor tê ser pratîkê,em dixitimin.” Oyku, da zanîn ku li Başûrêrojhilat, jiyana kesek trans, zehmet e. Oyku, destnîşan kir ku kesên trans, rastî destavêtinan tên, dibin qurbanên kuştinên ‘namûsê’, rastî teşebusên lînckirinê tên. Oyku ragihand ku di nav çar dîwaran de dîl dibin û pirsgirêkên LGBTT’ê wiha vegot: “Em ji ber nasnameya xwe ya zayendî, di nav çar dîwaran de dîl dibin. Bi kurtasî, mafê te yê jiyanê ji destê te tê girtin.”
‘Kurdbûn pirsgirêkan du qatîn zêde dike’
Oyku, pirsgirêkên ku bi Midûriyeta Ewlehiyê re dijîn jî, bi van gotinan parve kir: “Bi awayekî kêfî bi ser malan de digirin. Bi gotinên ‘Di vê apartmanê de travestî dijîn, fihûş tê kirin’, me di çavên gel de reş dikin.” Oyku, anî ziman ku dema mirov kesek LGBTT’î û kurd be, pirsgirêk du qatîn zêde dibin. Oyku, diyar kir ku li Rojava ji ber nasnameya etnîkî, li Rojhilatê jî ji ber nasnameya zayendî rastî cudaxwaziyê tên. Oyku, da zanîn ku nikarin di carek de xwedî li her du nasnameyan derkevin. Oyku, destnîşan kir ku ji ber LGBTT û kurd e, her tim îhtimala wê ya kuştinê heye. Oyku, cudaxwaziya li hemberî wê, ya ji ber kurdbûnê bi van gotinan şirove kir: “Em mirov in. Hîs dikin, xwarinê dixwin, radizên, radibin, tu ferqa me tuneye. Di navbera me de tenê ferqa ziman û çandî heye. Ev jî nikare bibe sedema şer.”
‘Em ji ti kesek pirsa ‘tu heteroseksuel î?’ nakin’
Oyku, anî ziman ku li gorî meylên zayendî nav tên dayîn û da zanîn ku bi gotina ‘zayenda sêyemîn’ gazî wan dikin. Oyku diyar kir ku zayenda sêyemîn tuneye û wiha pê de çû: “Dema ku tu xwe tazî dikî, an jin heye, an jî zilam. Zayenda sêyemîn tuneye. Dest davêjin jiyana zayendî ya mirov jî. Ev tiştekî rast nîne. Em ji ti kesî re nabêjin ‘tu heteroseksuel î?’ Divê mirov evqas teng jî nebîne.”
‘Medya nûçeyên yek alî çêdike’
Oyku, got ku li Tirkiyê û cîhanê, medya nûçeyên yek alî çêdike. Oyku, destnîşan kir ku ti mirin, îşkence û meşên LGBTT’ê yên li hemberî zilma li ser wan tê meşandin, di medyayê de cih nagire. Oyku, anî ziman ku çapemenî girîngî nade çalakiyên LGBTT’ê û wiha got: “Çend rojname, wekî nûçeyeke pir biçûk didin. Lê ev bûyereke pir mezin e.” Oyku, ragihand ku hewl didin perwerdehiyê bidin kesên LGBTT, lê têr nake, di aliyê parêzer û psîkologan de kêmasiya wan heye. Oyku, da zanîn ku dema ji parêzer û psîkologan alîkarî dixwazin, rastî dibînin ku ditirsin û wiha pê de çû: “Beriya niha, du parêzerên ku alîkarî dan me, bi gotinên ‘Ev jin, Bîseksuel in. Lewma piştgiriyê didin LGBTT’yan’, hatin deşîfrekirin. Em li hêviya piştgiriya parêzer û psîkologên bihîstyar in.”
‘Her tişt girêdayî hikûmetê ye’
Oyku, got ku divê peyvên wekî meyla zayendî û nasnameya zayendî jî li makeqanûnê bên zêdekirin û ev tişt lê zêde kirin: “ Nabînin ku dema di makeqanûnê de peyvên têkildarî meyla zayendî û nasnameya zayendî cih negirin, tevliheviyeke evqas mezin çêdibe. Nexwe, navenda çareseriya pirsgirêkan, hikûmet e.” Oyku, balkişand ser girîngiya têkoşîna ji bo çareseriya makeqanûnî, ya bi tevî jinan û wiha got: “Em dibînin ku civaka serdestiya zilam di çi halî de ye. Ez di wê baweriyê de me ku, em dikarin vê pirsgirêkê, bi têkoşînê çareser bikin. Divê em bi hev re tevbigerin.” Oyku, destnîşan kir ku di Facebookê de rûpela ‘Hebûn’ vekirine, lê ev rûpel hatiye hackirin û wiha got: “Navê me bi kurdî ye û em LGBTT ne. Navê yên ku malpera me hack kirin jî, ‘Tîma Ayyildiz’ bû. Piştre, maîlên hemû endamên me hatin deşîfrekirin. Ev êrîşeke faşîst bû.”
‘Divê komeleyên LGBT li her derê hebin’
Aktîvîstê LGBTT’ê Umît Manay jî, da zanîn ku li Rojava, têkildarî nasnameya LGBTT’ê pirsgirêkên cidî nedîtiye. Umît, anî ziman ku li Rojava, hejmara kuştinên namûs û nifrînê kêm e. Umît, destnîşan kir ku kesên LGBTT di jiyana rojane de her tim rastî nêzikatiyên ku dibin sedema travmayê tên. Umît, diyar kir ku dema li kuçeyê digerin, rastî çêr, tinaz, henek, cudakirinê tên. Umît, da zanîn ku komeleyên LGBTT divê li her derê hebin û destnîşan kir ku li her derê pêdivî bi rêxistinbûnê heye.
‘Li wê derê rasterast koleksiyona porno tê çêkirin’
Umît, pirsgirêka kesên Gay a leşkeriyê anî ziman û li ser pirsgirêkên kesên hevzayend ên ku dema neçar in meyla xwe ya zayendî îspat bikin dijîn rawestiya. Umît wiha got: “Ger ku tu serî li TSK’ê (artêş) didî û dibêjî ez leşkerî nakim, ji te re dibêjin hevzayendiya xwe bi belgeyan îspat bike. Vê yekê, bi awayekî herî pîs, dikin. Te dikin mîna meymûnan. Her wiha, dema ku tu wêne bikşînî jî, hewce ye ku wêne di dema bihevrebûnê (têkiliya zayendî) de were kişandin. Dema wêne tê kişandin, gerek tu bikenî. Li wir rasterast, koleksiyona pornoyê tê çêkirin.” Umît, da zanîn ku bi qanûna nû re, bi pirsên wekî ‘zaroka/ê we hevzayend e?’ an jî ‘LGBTT ye?’malbatê jî tevlî vê yekê dikin. Umît, encamên vê pêkanînê jî bi van gotinan bilêv kir: “Ji xwe piraniya LGBTT’yan, nasnameya xwe ji malbata xwe vedişêrin. Bi qanûnên wiha, LGBTT rastî cudaxwaziyeke zêdetir tên. Ji ber vê sedemê gelek hevalên min ên LGBTT, pirsgirêkên pir xerab jiyîn.” Umît, anî ziman ku dema tu dibêjî zilamê hevzayend, di nav civakê de famkirineke pir şaş çêdibe û wiha got: “Dema tu dibêjî zilamê hevzayend, wekî kesek ku cilên pak li xwe dike, liv û tevgerên xwe şor dike, dema tu dibêjî transseksuel jî, wekî kesek ku li derdora xwe tundî dike û di desta de kêr heye, tê famkirin. Ev famkirineke pir şaş e.”
Umît, destnîşan kir ku ji bo famkirina zayendparêz a di nav civakê de ji holê rabe, berî her tiştî divê jin azad be. Umît anî ziman ku di civakê de jin di rêza duyemîn de ye. Umît destnîşan kir ku di mijara wekheviya jin û zilam de, risteke mezin dikeve aliyê zilam û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema jin azad bibe em ê bikaribin famkirina zayendparêz ji holê rakin.”
Fotograf - Kamera: Hulya ADIYAMAN
(gk/hp/xo)

