Cenazê Emîne Gurbuz ya ketî avê hat dîtin

11:00

JINHA

WAN – Canezeyê Emîne Gurbuz a ku yek ji 4 jinên li Şaxê ketibûn çemê Menşure û di avê de çûbûn hate dîtin.

Li gundê Bagcilar a navçeya Berwariyê di 10’ê hezîranê de ji bo giha kom bikin 4 jinên ku çûn gundê Erekê û li nêzî taxa Kelah a bi ser Şaxê çemê Munşureyê ku diherike nava çemê Botanê dema xwestin ji avê derbas bibin ketin avê. Di avê de çûbûn û ji wan jinan cenazeyê Emîne Gurbuz hate dîtin. Jinên bi navê Besiye Eryilmaz (67), Emîne Gurbuz (79), Murî Toraman (67) û Azîme Toraman (50) ên li nêzî zozana Çemîkareyê destên hevdu girtin û xwestin ji avê derbas bibin lê di avê çûn. Ji jinan Azîme Toraman bi alîkariya şivanên li derûdorê hatibû xilaskirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê û cenazeyên du ji wan jî hatibû dîtin.

Emîne Gurbuz a ku nehatibû dîtin û ev hefteyeke ji bo dîtina wê lêgerin hebû. Di encama lêgerînan de cenazeyê Emîne hate dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.

(zt)