Di nava 12 salan de li Îraqê 420 rojnamevan hatine qetilkirin

16:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Sendikaya rojnamevanên Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava 12 salan de li Iraqê 420 rojnamevan hatine kuştin.

Li gor îstatîstîka Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê, ji sala 2003'an heta niha 420 rojnamevan hatine kuştin. Di daxuyaniya sendîkayê de tê gotin ku ji despêka sala 2015an ve 14 rojnamevan hatine kuştin. Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku 10 ji wan rojnamevanan jî ji bajarê Mûsilê ne.

Di daxuyaniyê de hat radigihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li Mûsilê zilm û zordariyê li ser rojnamevanan dike û wiha dibêje: “Her rojnamevanê tiştekê li dijî wan binivîse yan jî bi eşkere li ajansan belav bike, di cih de tên kuştin.”

(zt)