Li Çermûgê keçeke 13 salî mirî hat dîtin

17:10

JINHA

AMED - Zaroka 13 salî Zelîha Canli li ser rêya gundê Fatwarî ya Çermûga Amedê kuştî hat dîtin.

Zelîha Canli ku çek bir ji bavê xwe yê şivan re li ser rê kuştî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Bavê Zelîha Çandi Mahmut Canli ku kîlometreyek dûrî gund şivantî dikir, li keça xwe geriyaye û jê xwestiye ku tifingê jêre bibe. Hat zanîn ku dema Zeliha Canli tifing bi xwe re bir û çû cem bavê xwe hat kuştin. Piştî ku agahî ji Zelîha nehat girtin, welatî li Zelîha geriyan û li ser rê rastî bedena bê ruh a Zalîha hatin.

Welatiyan cenazeyê Zalîha ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

(rc)