Li Edeneyê jinek ji alî hevserê xwe ve hat kêr kirin

10:51

JINHA

EDENE - Li Edeneyê Fatma Yigit ya ku doza berdanê da despêkirin ji aliyê hevserê xwe ve hat kêr kirin û giran birîndar bû.

Fatma Yigit ya ku li Taxa Sumer ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê rudine dema ku doza berdanê ji hevserê xwe da destpêkirin ji aliyê hevserê wê Tamer Yigit yê 35 salî ve hat kêr kirin. Dema ku nîqaş navbera Fatma û hevserê wê Tamer de çêbû, Tamer şiddet li dayika hevsera xwe kir û hevsera xwe jî giran birîndar kir. Mêrê êrîşkar ji cihê bûyerê reviya Fatma jî ji aliyê welatiyên taxê ve hat rakirina Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Numan a Edenê. Ji alî bijîşkan ve hate diyar kirin ku talokeya jiyanî ya Fatma heye.

Ji bo girtina Tamer Yigit jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

(zt/ch)