Li Tehranê komek mêr êrîşî zaroka 11 salî kirin

11:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tehranê komek mêr êrîşî zarokek keç ya 11 salî kirin.

Li Paytexta Tehranê ya Îranê zaroka 11 salî rastî destdirêjiya komî hat. Şahidên bûyerê diyar kirin ku kesên destdirêjî kirine madeyên hişber bikar anîne. Heta niha tû çavkaniyên fermî derbarê mijarê de agahî nedane. Li gorî nûçeya Rojnameya Qanûn a Tehranê, roja 16’ê Hezîranê komek mêr li Tehranê dest avêtine zarokek keç ya 11 salî. Li gor rojnameyê şahidên bûyerê dema şevê li ber yek ji pirên herî mezin ên rêya sereke ya Tehranê ve derbas dibin, dibîne ku 6 mêr dest davêjin zarokek keç. Şahidê bûyerê bi telefona xwe ew bûyer dikişine û dide çapemeniyê. Li gor rojanemeyê lêkolînên bijîkî ya li ser zaroka keç berdewam dike.

(zt/ch)