Gerîlaya YJA-Star'ê Sarya Amara li Lîcê hate defin kirin
12:07
JINHA
AMED - Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) a li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Licê ya Amedê hate definkirin. Birayê Yagmur Ugur Tekdal di merasîma cenaze de axivî û got: "Dara ku Serokê me 40 sal berê çandbû her roj mezin dibe. Xwîşka min jî bû pelekî wê darê. Em ê jî di riya wê de bimeşin."
Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) a 22'yê Mijdara 2011'an li qada Garê ya Başûrê Kurdistanê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar hate definkirin. Cenazeyê Yagmur piştî karên otopsiyê anîn Licê û cenaze di ketina navçeyê de bi girseyî hate definkirin. Li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ji bo Yagmur merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Yagmur û alên PKK'ê hatin vekirin. Di merasîma cenazê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û wiha got: "Rêheval Sarya li hemberî zaliman li ber xwe da û ji bo azadiya gelên bindest canê xwe feda kir. Em soz didin girêdayî bîranînên wan bin." Birayê Yagmur Ugur Tekdal jî wiha axivî: "Dara ku Serokê me 40 sal berê çandibû her roj mezin dibe. Xwîşka min jî bû pelekî wê darê. Em ê jî di rêya wê de biçin."
Piştî axaftinan cenazeyê Yagmur Tekdal bi dirûşmên "Ey şehîd xwina te li erdê namine" û "Bijî serok Apo" hate definkirin.
Girse piştî karên definkirinê derbasî gundikê Baydet bûn û ziyaret taziye kirin.
(zt/ch)
