Li Kantona Cizîrê peymangeha zanistê hate vekirin

15:03

JINHA

DIRBESPIYÊ – Desteya Perwerdehiya Kantona Cizîrê, Tevgera Ziman û Perwedehiyê ya Kantona Cizîrê peymangeha perwerdehiya zanistî bi navê Şehîd Hesen Îbrahîm bi merasîmekê vekir.

Serokê Desteya Perwerdehiya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo, Endamên Tevgera Ziman û Perwedehiya Tirbespiyê û bi dehan welatiyên bajarê Tirbespiyê beşdarî merasîma vekirina peymangehê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Perwerdehiyê Mihemed Salih Ebod, Seroka Meclîsa Gel a Tirbespiyê Hediya Şemo û Rêvebera Tevgera Ziman û Perwerdehiyê Rîhan Ehmed axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser destkeftiyên hêzên YPG/YPJ’ê û serkeftinên Girê Spî ya Kantona Kobanê û Cizîrê bû yek wekî pêngaveke dîrokî bi nav kirin.

Piştî axaftinan peymangeh ji alî bavê Têkoşer Hesen Mihemed Zekî Îbrahîm ve hate vekirin.

Têkoşer Hesan Îbrehîm ku peymangeh li ser navê wî hate vekirin, mamosteyê Sporê bû û tevlî nava hêzên YPG’ê bûbû, di 22’ê Sibata sala 2014’an de di berxwedana Til Berek de jiyana xwe ji dest dabû.

(zt/ch)