Li Til Temirê yekem car komîna jinan hate ava kirin

15:39

JINHA

TIL TMEIR – Li Til Temirê piştî welatiyên heremê vegeriyan malên xwe bi pêşengtiya Yekîtiya Starê yekem car komîna Jinan hate ava kirin.

Ji ber êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê piraniya şêniyên Til Temir û gundên wê cîh û warên xwe terikandin. Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê gundên derdora bajêr ji çeteyan paqij kirin bi pêşengtiya Yekîtiya Starê xebatên ji nû ve avakirina komînan hate dest pê kirin. Yekîtiya Star di vê çarçoveyê de yekem car li Selahedîn a Til Temirê bi civînekê komina jinan ava kirin.

Civîn bi beşdarbûna dehan jinan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Ozgur Kobanê axivî û da zanîn ku pêwîste jin komînên xwe ava bikin û xwe baş birêxistin bikin. Ozgur xebatên komînan ji beşdaran re şîrove kir û bersiva pirsên jinan da.

Di dawiya civînê de 11'e jinên ku di civînê de hatine pêşniyar kirin, jê 5 jin ji bo rêveberiya komînê hatin hilbijartin.

(rc/ch)