Tecrîda li ser Ocalan li Wanê hat protestokirin
10:38
JINHA
WAN - Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya ku bi pêşengiya jinên DEM-GENÇ’ê ve hatiye destpêkirin ya 'Xwedî li rêbertiya xwe derkeve' bi meşeke meşaleyî hat protestokirin.
Bi pêşengiya jinên DEM-GENÇ’ê kampanyaya 'xwedî li Rêbertiya xwe derkeve' ya li Tirkiye û herêmê pêk tê, li Wanê jî ji Parqa Feqiyê Teyran heta Kawşaxa Îki Nîsanê meşek meşaleyî pêk hat. Hevserokên DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn û Mîraz Çali, hevserokên HDP’a Wanê Derya Havya, Veysî Dîlekçî, hevşaredar, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, NÇM û bi sedan kes beşdar bûn. Di meşê de jinên ciwan erbane lê dan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankart hatin vekirin. Her wiha bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn piştî meşê li Kawşaka Îkî Nîsanê axivî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermerzar kir û daxwaza kir ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî be. Hamiyet got pêvajoya çareseriyê ji aliyê serokkomarê Tirk û hikûmetê ve hatiye sekinandin û bi lêv kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê bê şert û merc azadiya Ocalan pêk bê.
(rc)
