Li konbajarê penaberan şewat derket û 2 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan
18:28
JINHA
GURGUM -Li konbajarê penaberên Suriyeyê ya li Gurgumê şewet derket û 2 xwişkên hev ên temenê wan 2-3 salî bûn jiyana xwe ji dest dan.
Li konbajarê 17 hezar û 479 hezar penaberên Suriyeyê lê dimînin a Gurgumê şewat derket. Li gorî agahiyan li taxa 7'emîn a konbajar şewat derket, tê gotin ku şewat ji ber ceyranê derketiye. Piştî şewatê gelek îtfaye, polîs û peywirdarên tendûrîstiyê hatin sewqkirin. Piştî mudaxeleya ekîbên îtfayeyê şewat hat vemirandin lê di encamê de 6 kon şewitîn. Di encama şewatê de zarokên bi navê Emîne (3) û Hale Hammamî (2) birîndar bûn û her du xwîşkên hev rakirin Nexweşxaneya Bajar a Necîp Fazil li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên zarokên ku jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê rakirin morgê. Di der barê bûyera şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di 22'yê Çile de jî li heman konbajarî ji ber ceyranê şewat derketibû û zarokê 3 salî yê bi navê Ahmet Beciko jiyana xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bibû.
(zt/ch)
