Li Hesekê şerê dijwar
09:00
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Li Hesekê, şerê di navbera leşkerên rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de, ji duh êvarê û vir ve bi dijwarî dewam dike.
Li Hesekê, şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de duh êvarê saet di 21:45'an de dest pê kir û nîvê şevê saet di 03:00 de şidiya. Di vî şerî de çeteyên DAIŞ'ê gelek herêmên di bin kontrola rejîmê de bi dest xistin.
Hat ragihandin ku Bûlwara Newha, Nexweşxaneya Zarokan, herêma Lîlî ya taxa Neşwa, navenda giştî ya Mûgannaîniyan, avahiyên Zanîngehê ketine destê çeteyan û li avahiya Lêpirsîna Cînayetê, Girtîgeha Giştî û Naenda Pasaportê şer hînê dewam dike. Tê gotin ku li hin cihan DAIŞ'ê dor li leşkerên rejîmê girtine.
Di vê navberê de hat ragihandin ku gelê li herêma şer, xwe li qadên di bin kontrola YPG/YPJ'ê de girtiye.
(ch)
