Çeteyan li gundê Berxbotanê komkujî pêk anî

12:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê ku di saetên serê sibehê de êrîşa Kobanê kirin li gundê Berxbotanê komkujî pêk anîn.

Li gorî agahiyên ANHA'yê çeteyên DAIŞ'ê îro saet derdora 04.00'an de, bi cilên YPG'ê û 4 tirimpêlan ketin gundê Berxbotanê ku 30 km. dikeve Başûrê Kobanê êrîşî gundiyan kirin. Di encama êrîşê de zêdetirî 20 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina hêzên YPG/YPJ'ê, mudaxeleya çeteyên DAIŞ'ê hate kirin û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de gund ji çeteyan hate rizgarkirin û gelek ji wan hatin kuştin.

Welatiyên ku di êrişa çeteyan de birîndar bûbûn pêşî anîn Kobanê, ji wir jî derbasî Bakûrê Kurdistanê hatin kirin.

(ch)