Li Kobanê pêvçûn didome hêjmarê mirî û birîndaran dibe ku zêdetir bibe

13:11

JINHA

RIHA - Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hember Kobanê li Başûrê herêmê nêzî deriyê sînor û Kaniya Kurda pêvçûn didome. Ji ber pêvçûna didome birîndar ji Deriyê Sînor a Mûrişîtpinarê nehat derxistin û derbasî Boydê hate kirin û ji vir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pîrsûsê.

Çeteyên DAIŞ'ê serê sibê saet derdora 05.00’an de êrîşê Kobanê kirin. Çeteyên ku li nêzî deriyê sînor motorbisikletekî bombebarkirî teqandin, bi tirimpêlên bombarkirî sivîl hedef girtin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, piştî teqînê çeteyan sivîlên ku ji mal derketine derve gulebaran kirine û 12 sivîl jiyana xwe ji destdane û 38 kes birîndar bûne. Tê gotin sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ne di encamê teqînê de gelek ji wan di encamê gule reşandinê de pêk hati ye. Hêjmara mirî û birîndaran dibe ku zêdetir bibe. Ji ber pêvçûn didome birîndar Deriyê Sînor a Mûrişîtpinarê nehat derxistin û derbasî Boydê hate kirin û ji vir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pîrsûsê. Birîndarên giran sevkê Nexweşxaneyên Rihayê hatin kirin.

Hat zanîn ku li Başûrê herêmê nêzî deriyê sînor û Kaniya Kurda pêvçûn didome û deriyê sînor a Kobanê di bin qontrola hêzên YPG û YPJ'ê de ne.

' Gelê Pirsûsê berê xwe dan sînor û nexweşxaneyan'

Piştî teqînê gelê Pîrsûsê berê xwe dan deriyê sînor. Lê leşkerên ku sînor girtine destûrê nedan ku Pîrsûsiyan derbas bibin û wan asteng kirin. Li ser vê yekê Pîrsûsiyan ji bo ku rewşê bişopînin derketin Gira Seyîrê û gelek ji wan ji bo pêdiviyên birîndaran ya xwînê pêkbînin berê xwe dan nexweşxaneyan.

'Tê îddîa kirin ku çete ji aliyê Tirkiyê û Başûr ve ketine Kobanê'

Li hember çeteyên ku êrîşê bajêr kirine hêzên YPG û YPJ'ê operasyon dan destpêkirin. Li gorî agahiyên herêmî çete, bi motorbisikeletê û wesayîta bombebarkirî ji aliyê Tirkiyê ve ketiye bajêr û çete jî ji aliyê bajarê Sirrin a Başûrê Kobanê hatine. Tê îddîa kirin ku çete bi cilên YPG'ê noqteyê qontrolê danîne û xwe wek hêzê Burkan El Firat dane nîşandan.

(rc/ch)