Baroya Amedê êrîşên DAIŞ'ê şermezar kir
15:22
JINHA
AMED - Serokatiya Baroya Amedê, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê ya hemberî sivîlan pêk hat de belavokek weşand. Di belavokê de hat ragihandin ku yên nikarin xwe li serketina gelê Kurd rabigirin, êrîşî sivîlan kirine û hat xwestin ku li ser agahiyên 'çete ji ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûne' lêkolîn were kirin.
Di belavokê de hat gotin, "Ber destê vê sibehê (25.06.2015) saet di 04:00 de ji aliyê koma hov a bi navê DAIŞ'ê ve tê naskirin li hemberî navenda bajarê Kobanê, du êrîşên bombeyî û êrîşên çekdarî pêk anîn. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber van êrîşan 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Ji ber vê komkujiyê, em êşa gelê xwe parve dikin."
Di berdewamiya daxuyaniyê hate gotin ku komên barbar ên 3 sal in li Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi hovane êrîşên komkujiyê didin ser gelê Kurd, êrîşên xwe didomînin û wiha dewam kirin: "Ev barbarên xwe weke 'Misilman' bi nav dikin, di meha Remezanê ya pîroz de jî li hemberî gelê sivîl ê Kurd ê Misilman komkujiyan dike. Ev çeteya hov beriya niha bi demekê li mîtînga HDP'ê ya Amedê hewl da bi hezaran mirovên me yên bêguneh qetil bikin. Hêzên nikarin xwe li serketina gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê (Kobanê û Girê Spî) rabigrin, bi ser kesên sivîl de digrin."
Baroyê diyar kir ku îdîayên wek 'Êrîşkar di ser Tirkiyeyê der derbasî Kobanê bûne û êrîş kirine' pêwiste ku ji aliyê meqamên edlî û îdarî ve were lêkolînkirin, di vî warî de daxuyaniyek ji civakê re bê dayîn û got, "Bi bîr û baweriya ku ev hovitî wê bi dawî bibe û divê destek ji têkoşîna rewa ya gelê Rojava re bê dayîn, em ji gelê Kobanê re sersaxiyê dixwazin."
(rc/ch)
