Hevserokatiya Cizîrê êrîşên li dijî sivîlan şermezar kir
16:57
JINHA
QAMIŞLO - Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya dijî welatiyên sivîl ên bajarên Kobanê û Hesekê bi tundî şermezar kir û ev êrîşên çeteyan bi “Tirsonek” bi nav kir. Hevserokatiya Kantona Cizîrê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe li dijî van êrîşên hovane xurt bikin û piştgiriya hêzên YPG’ê bikin û got: “Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst û yê tarî têk bibin.”
Hevserokatiya Kantona Cizîrê derbarê êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê û hin çeteyên girêdayî rêjîma Baasê li dijî welatiyên sivîl ên bajarên Kobanê û Hesekê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê wiha ye: "Piştî hêzên YPG’ê li Rojavayê Kantona Cizîrê û bi taybet çiyayê Kizwanan, bajarê Girê Spî û bajaroka Eyn Îsa serkeftinên mezin bi dest xwistin, tevahî cîhanê rastiya hêzên YPG û YPJ'ê di parastina welatiyan û şikandina çeteyên DAIŞ’ê de nas kirin.
Hêzên tarî ji bo ku têkçûna xwe veşêrin, îro ji serê sibê ve êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Hesekê û Kobanê pêk anîn. Çeteyan di van êrîşên xwe de aliyekî bajarê Hesekê bi dest xwe ve anîn û li bajarê Kobanê jî êrîşên xwekujî pêk anîn. Armanca çeteyan ji van êrîşan ew e ku piştî şervanên YPG û YPJ'ê deverên berfireh ji gundewarê Reqqayê bi dest xwe ve anîne û zexta şervanan li ser bajarê Reqqayê bişkînin.
Em wekî Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê van êrîşên çeteyan ên tirsonek bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku destên xwe bidin hev û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe bidin û rê li pêşiya tevliheviyê bigirin. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriya hêzên YPG û YPJ'ê bikin. Her wiha em sersaxiya malbatên hemû şehîdên ku di encama van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.
Em ê bi xwîna şehîdên xwe hemû hêzên terorîst û tarî ku hewl didin jiyana hevbeş li herêmê têk bibin, bişkînin. Em wekî hemû pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb, Suryan û Asûr li ser felsefeya netewa demokratîk pêşeroja xwe ya azad ji bo hemû gelên herêmê ava bikin.
(rc/ch)
