Li Agiriyê mirina jinekê ya bi guman
18:05
JINHA
AGİRÎ - Jina bi navê Sevda Aladag ya 20 salî, li gundê Şikrok ya girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriye bi awayê ji serê xwe gule xwariye mirî hate dîtin.
Jina bi navê Sevda Aladag ya 20 salî li gundê Şikrok ya girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê bi awayê ji serê xwe gule xwariye mirî hate dîtin. Bavê Sevda Aladag ya bi awayek gumanbar mirî hatî dîtin Abdulkadir Aladag diyar kir ku dema wî li derve dîwar çêdikir dengê çekê bihistiye û li ser vê yekê çuye hindirê malê dîtiye ku keça wî di nava xwînê de ye.
Piştî leşker çun gund cihê bûyerê lêkolîn kirin, cenaze rakirin Nexweşxana Dewletê ya Giyadînê, ji wir jî cenaze ji bo otopsiyê şandin Nexweşxana Herêmî ya Lêkolîn û Perwerdê ya Erzurumê. Demançe jî di malê de hat desteserkirin û girêdayî bûyerê lêkolîn hat destpê kirin.
(zt/ch)
