HDP dê lijneyek bişîne ser sinor
20:04
JINHA
ENQERE - HDP ji bo li sinora Kobanê lêkolîn were kirin lijneyek dê bişîne ser sinor.
HDP li sinora Kobanê ya di encama êrîşên DAİŞ'ê de qetlîam pêk hatibû ji bo lêkolîn were kirin dê lijneyek bişîne ser sinor. Lijneya ku wê bi serokatiya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yûksekdag pêk were tê payin ku parlamenterên Rihayê tevlî bibin. Lijneya ku di 27'ê Pûşberê de wê derbasî Pirsûsê bibe, li vir wê birîndar were zîyaret kirin û piştre li ser sinor lêkolîn were kirin. Lijne heger karibe derbas bibe dê biçe Kobanê jî û li vir piştî lêkolîn û çavdêriyan wê daxuyaniyek were dayîn.
Heger derfetên derbaskirina Kobanê pêk nê lijne wê li ser sinor daxuyanî bidin.
(ch)
