ÎHD: Em nêzîkatiya Tirkiyê bi guman dibînin
15:53
JINHA
AMED - ÎHD a Amedê bi daxuyaniyek êrîşên DAIŞ’ê şermezar kirin û da zanîn ku têkoşîna ya li dijî DAIŞ’ê peywira mirovahî û wijdanî ye û destnîşan kir ku
nêzîkatiya Tirkiyê, ji ber ku îddayên li ser wê ya piştgiriya DAIŞ’ê dike zelal nake bi guman e.
ÎHD’a Amedê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek nivîskî da û qetlîamên ku hemberî sivîla pêk tê şermezar kir û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê, bi çar wesayîtan êrîşên bombeyî pêk anîne. Piştî êrîşên bombeyî li gundên Kobanê jî êrîşên li dijî sivîlan berdewam kirine. Li gorî daneyên fermî di bîlançoya hatiye eşkere kirin de ji 100’î zêdetir kes mirine û ji 200’î zêdetir jî birîndar hene.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Destpêkê em vê êrîşa hovane û dermirovahiyê şermezar dikin.Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran jî şifayê dixwazin. Ev 3 sale li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku komkujiyên mezin dikin, bi pêşengiya YPG-YPJ’ê têkoşîn tê meşandin. Bi koalîsyona navneteweyî ya hatiye avakirinê re li dijî van çeteyan têkoşîn tê meşandin, lê em ti wateyê nadin desteka ku Tirkiye didê. Ya girîngtir jî ev e ku Tirkiye bersiva van îdîayên ji bo destekê tê gotin, nade. Di komkujiyê de îdîayên ku çete sînorên Tirkiyeyê bikar tînin hene. Gelek delîl van îdîayan piştrast dike. Lê rayedarên dewletê hê ji bo vê tiştek negotiye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn meşandin, peywira mirovahî û wijdaniye.
(zt/ch)
