DAÎŞ'ê li Dêr a Zorê 42 jinên Êzidî firotin e

16:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî diyar kir ku çeteyên DAIŞê li bajaroka Meyedî yê Dêr a Zorê 42 jinên Êzdî firotin e.

Di 3'yê Tebax a sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Şengalê yê Herêma Federala Kurdistanê kirin û qirkirin pêk anîn. Piraniya wan jin û zarok, bi hezaran welatiyên Êzdî ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, girêdayî rewşa jinên Êzidiyên di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Çeteyên DAIŞ'ê li hin navendên xwe ên li bajarê Dêr a Zorê jinên Êzidî bi 500-2000 hezar dolaran firotin e. Agahiya zarokên wan jinên Êzdî jî hê ne diyar e. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê berî çend rojan nêzî 40 jinên Êzdî tevî zarokên wan anîn bajaroka Meyedîn ê.”

(zt/ch)