Navenda Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin - DEQEYA DAWÎ

11:40
DEQEYA DAWÎ" class="social-twitter">

JINHA

KOBANÊ - Di encama operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê de navenda Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ketin nave Kobanê û komkujiya sivîlan pêk anî operasyon dabûn destpêkirin û di encama operasyonê de navenda bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Çeteyên DAIŞ'ê piştî komkujî pêk anîn li Mekteba Reş, Saziya Çandê û Nexweşxaneya Miştenurê bi cih bibûn û di encama operasyona şervanên YPG û YPJ'ê de ji her sê navendan çete hatin kuştin. Li her sê navendan alên YPG'ê hatin daliqandin.

Hate zanîn ku navenda bajar bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û operasyona li hemberî çeteyên li gundê Kulîlkê jî berdewam dike.

Şervanên YPG û YPJ'ê derdora çeteyên di malan de bi cih bûn girtin û tê gotin ku di demek kin de çete dê ji gund bên paqijkirin.

(rc)