Qurbaniyên komkujiya Kobanê derket 201 kesan
13:08
Hezîran
27
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Hejmara welatiyên ku di ecdama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarê Kobanê û gundê Berx Botan de jiyana xwe ji dest dan derket 201 kesan.
Li gorî agahiyên ANHA’yê ji nexweşxaneya gerok a Kobanê bidest xistine, hejmara welatiyên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanê û gundê Berx Botan jiyana xwe ji dest dane derket 201 kesan. Piraniya qurbaniyan jin û zarok in.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 249 kes in.
(rc)
