Li Serêkaniyê teqîn 3 birîndar
14:50
Hezîran
28
/ 2015
JINHA
SERÊKANIYÊ - Li bajarê Serêkaniyê motorsiklêtek hat teqandin. Di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Berî nîvro li bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizirî, motorsiklêtek bombebarkirî xwest xwe di avahiya navenda peywendiyan a Serêkaniyê de biteqîne. Berî ku motorsîklêt bigihe navendê, teqiya. Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Giştî ya Asayîşê ve hatî belav kirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.
(zt)
