213 kesên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe jidest dan sipartin axê

16:32

JINHA

KOBANÊ – Ji 231 sivîlên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên 213 kesan spatine axê.

Li gorî agahiyên ku berpirsyarên Saziya Malbatên Şehîdan dane, di êrîşên hovane de 8 ji wan endamên Asayîşê bi giştî 231 kes şehîd bûne. Ji şehîdan cenazeyên 26 kesan li gundê Berxbotan ê li başûrê Kobanê, cenazeyên 63 kesan li gundê Helincê yê li rojhilatê bajar, cenazeyên 2 kesan li gundê Kurpîngarê hatin definkirin.

Cenazeyên 72 kesan di 26’ê Hezîranê de li Goristana li rojavayê bajar û li ser riya Cerablûsê ku di dema berxwedaniya dîrokî de hatibû avakirin, hatin veşartin. Cenazeyên 50 şehîdan jî duh dîsa li heman goristanê spartin axê. Rayedarên Saziya Malbatên Şehîdan dan zanîn ku cenazeyên 5 şehîdên din ên ku cenazeyên wan anîne saziyê jî, dê îro bêne li goristana rojavayê bajar bêne definkirin.

(zt)