Heyeta ji endamên HDP, KCD, KJA û DBP’ê pêk tê çun Çînê
14:17
JINHA
ENQERE – Heyeta ku ji nûnerên HDP, KCD, KJA û DBP’ê pêk tê ji bo hevdîtinên fermî çûn Çînê.
Heyeta ji rêveberiya HDP’ê, Dîwana Serokatiya KCD’ê, nûnerên KJA’yê û hevşaredarên DBP’ê ya 18 kesan pêk tê li ser vexwandina Partiya Komunist a Çînê çûn Çînê. Heyet di 29’ê Pûşber û 10’ê Tîrmehê de li paytexta Pekînê ya Çînê, li Chengdu û Urumçiyê jî dê hevdîtinên fermî pêk bîne.
Di çarçoveya bernameya serdanê de heyet dê bi Wezareta Karên Derve yê Çînê û Partiya Komunist a Çînê ve hevdîtinan pêk bîne û têkîliyên HDP û ÇKP’ê, pirsgirêkên kurewî û yên herêmî, pêşketinên li Rojhilata Navîn û rêveberiyên herêmî bên parve kirin.
(zt/ch)
