TJKE: Em ê bi hişmendiya Zîlan têkoşînê bilind bikin

14:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - TJKE bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci daxuyaniyek da û got, "Rêheval Zîlan bi rêbaza xwe ya çalakiyê re bûye sembola ji nû ve vejînê ya berxwedana jinên Kurd." TJKE bang li jinên Kurd kir ku têkoşînê xurt bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), di 19. salvegera çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de di kesayetiya Zîlan û Sema de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê hat bi bîranîn û wiha hate gotin, " Rêheval Zîlan bi 30'ê Pûşberê 1996'an de bi çalakiya xwe ya fedaî ya li Dêrsimê re deriyên jiyaneke nû li jin û gelê Kurd vekiriye."

'Zîlan manîfestoya têkoşîna me ye'

TJKE destnîşan kir ku Zîlan bi rêbaza çalakiya xwe ya fedaî re bûye sembola ji nû ve vejînê ya berxwedana jinên Kurd û got, "Rêheval Zîlan a ku rêya serketinê vekir, nîşan da ku vîna azadiyê ya gelê Kurd tû carî naşikê û têkoşîna wê nayê qelskirin." TJKE destnîşan kir ku ji ber vê çavkaniyê ruhê fedaîtî di berxwedana li Rojava û Şengalê de veguheriye serketinê û wiha hat gotin, "Rastiya gelê li ser xaka Kurdistanê bûye fedaî, li ser vê mîrateyê mezin dibe."

TJKE di daxuyaniyê de ragihand ku bi rêbaz û hişmendiya Zîlan, bi şiara 'Azadiya Rêbertiya me azadiya jin û gelê me ye' wê di demên pêş de berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih bînin û têkoşîna xwe bi vê hişmendiyê bilind bikin.

(zt/ch)