Jinên Komûnan perwerdehiya parastina cewherî dibînin

14:22

JINHA

EFRÎN – Li ser daxwaza jinên komînan ên Kantona Efrînê, YPJ‘ê di çarçoveya parastina cewherî de dewreyeke perwerdehiya çekan li dar xist.

Jinên Komîna Şehîd Berfîn a li gundê Bêlê ya girêdayî navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ye bi armanca gundên xwe biparêzin ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwestin ku wan fêrî bikaranîna çekan bikin. Li ser vê yekê YPJ’ê dewreyeke perwerdeya çekan ji bo jinan dan destpêkirin. Di dewreya ku 18 jin tevlî dibin de wê 2 rojan waneyên teorîk ên derbarê bikaranîna çekan de bê dayîn, piştre jî dê perwerdeya pratîkî were dayîn. Di derbarê mijarê de Rêvebera Komîna Şehîd Berfîn Dîcle Hesen got ku ew dixwazin piştgiriyê bidin Yekîneyên Parastin a Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û li hember hemû êrîşan parastina xwe ya cewherî pêş bixînin û karibin xwe biparêzin.

(zt/ch)