Heyeta Îmraliyê wê daxuyanî bide

13:17

JINHA

ENQERE - Heyeta Îmraliyê dê têkildarî êrîşa li hemberî Qadên Parastina Medya û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Heyeta Îmraliyê ya ji parlementerên HDP'ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik pêk tê wê têkildarî êrîşa hewayî ya li hemberî Qadên Parastina Medyayê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û merhaleya hatina pêvajoya aştiyê de daxuyanî bidin çapemeniyê.

Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Avrêlê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û piştre gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê hemû serlêdananên wan bê encam hate hîştin.

(zt/ch)