Li Sîlopî îdîaya xwekuştina jinekî
14:32
Tîrmeh
3
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li gundê Taqyanê ya navçeya Silopî jinek ciwan a 17 salî ya bi navê B.K şevê din xwe kuştiye.
Li gor iddayan li gundê Taqyanê ya navçeya Silopî ya Şirnexê jina ciwan a bi navê B.K. (17) şevê din xwe kuştiye. Cenazeya B.K ji bo otospiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Piştî karên otopsiyê cenazeya B.K li gundê Taqyanê hat definkirin.
Hate zanîn ku Dozgeriya Silopiyê der barê buyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
(zt/ch)
