Çigdem a bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da

13:49

JINHA

SAMSUN - Li Bafrayê Çigdem C. a 38 salî ji aliyê hevserê xwe Kadir C. ve hat qetilkirin.

Çîgdem C. a ku li navçeya Bafra ya Samsunê dijî ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. Li gor agahiyên hatine girtin 5 roj berê niha li Taxa Ortadurakê mêrê bi navê Kadri C. bi li vir êrîşî hevsera xwe Çîgdem C. a 38 salî kir. Çîgdem a ku giran birîndarbû rakirin Nexweşxana Dewletê ya Bafrayê. Piştî mudaxeleya destpêkê Çîgdem rakirin Nexweşxana Fakulteya Tibbê ya Zanîngeha Ondokuz Mayis a Samsunê, lê Çigdem li gel hemû mûdaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Kujer Kadir C. piştî bûyerê reviya, girêdayî mijarê lêkolîn berdewam dike.

(zt/ch)