AP: Ji bo Kobanê divê rêxistinên navnetewî însîyatîf bigre
16:01
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Encamnameya konferansa "Ji nû ve avakirina Kobanê" ya 1'ê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê de pêk hatibû hat eşkere kirin.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku 15'ê Îlona 2014'an çeteyên DAIŞ'ê li hember Kobanê êrîşek dane destpêkirin û wiha hat gotin, "Gelê Kurd, hêzên YPG û YPJ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan. Koalîsyona navneteweyî jî bi bombardimanan piştgirî da berxwedana Kurdan. Em ji bo vê berxwedan û piştgiriyê spas dikin. Kurdan di roja 134'emîn a berxwedanê de Kobanê azad kirin."
Di encamnameyê de wiha hate gotin "Konferansa me tê wateya berxwedana jin û zilamên li hember DAIŞ'ê bi rê ve birin bihêzkirina demokrasî, mafê mirovan û pêşeroja hevpar" û hat diyarkirin ku azadkirina Kobanê li tevahî cîhane ji aliyê hêzên demokrasiyê ve hatiye pîrozkirin, her wiha ji aliyê 200 hezar kesên di dema êrîşan de neçar man ji herêmê û bajêr veqetiyan jî bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.
'Ji bo Kobanê alîkarî pêwist e'
Di encamnameyê de hat gotin ku ji bo pêwîstiyên bingehîn ên Kobanê bên bicihanîn û binesaziya wê bê amadekirin pêwîstî bi alîkariyê heye, di çarçoveya piştgiriyê de Parlamentoya Ewropayê biryara organîzekirina konferanseke wiha daye. Hat diyarkirin ku konferans 1'ê Tîrmeha 2015'an li Parlamentoya Ewropayê di pêşengiya Serok Martin Schultz ve pêk hatiye.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di konferansê de nûnerên Kobanê, milîtan, nûnerên bilind ên Yekîtiya Ewropayê, rêxistinên NY ên ji nû ve avakirina Kobanê de însiyatîfa navneteweyî girtine ser xwe di konferansê de amade bûn û wiha hate gotin, "Em angajmanên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pîroz dikin. Ji bo herêmên rizgarkirî yên Sûriyeyê asayî bibin alîkarî girîng in."
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku konferans rastî pêvajoyeke ku bi rêveberiyên xwecihî re hevparbûneke mayînde pêk tê hatiye û wiha hat gotin, "Konferans bal dikişîne ku pêwîst e ji bo herêmên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin alîkariya mirovî û polîtîk bê kirin."
'Tirkiye divê sinorên xwe veke'
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku DAIŞ ji bo vegera sivîlan a herêmê asteng bike mayînan datîne û ji bo paqijkirina mayînan pêwîst e rêxistinên navneteweyî yên antî-mayîn erk bigirin ser xwe.
Hat destnîşankirin ku ji bo alîkarî bigihêjin divê Tirkiye sînoran veke û êrîşa çeteyên DAIŞ ya 25-27'ê Pûşberê li hember Kobanê hat şermezarkirin.
Di encamnameyê de hat gotin ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li hember komkujiya pêk hatiye lêkolînekê bike û her wiha alîkariyên bên kirin daîmî bin.
(ch)
