'Heyeta Dewletê 4 car bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye'

16:44

JINHA

STENBOL - Parlementerê berê Ufuk Uras da îddîa kirin ku heyeta HDP'ê ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtin li Îmraliyê pêk neaniye, lê heyeta dewletê 4 care bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Gelek nivîskar, hûnermend û rewşenbîr ku di nav de Oya Baydar, Ayşegûl Devecioglu, Bûşra Ersanli, Dîlek Kurban, Eren Keskîn, Julîde Kural û Zeynep Tanbay ji bo pêvajoya çereseriyê bidome, pêvajo veguhere aşîtiyek mayînde û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bi aweyek lezgîn bê despêkirin, li Eywana Civînê ya Cezayîr derbarê kampanyaya ku bi durişmeya 'Ji tecrîdê re dawî û ji bo çareseriyê berdewam' civînek çepemenî hat li darxistin.

Di civînê de perlementerê berê Ufuk Uras axivî û diyar kir ku li gorî agahiyên ku ew girtiye, îddîa kir ku li ser navê hikûmetê heyeta dewletê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 4 car hevdîtin pêk aniye û di hevdîtinan de HDP nehatiye dahîl kirin. Ufuk Uras diyar kir ku pêvajoya çareseriyê dê ji bo MHP'ê bibe pêvajoya belavbûyinê û tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê, tê wateya tecrîd kirina pêvajoya çareseriyê ye. Ufuk Uras destnîşankir ku hevdîtinek ku HDP'ê cihê xwe têde negre, hikûmet bi tena serê xwe nikare Abdullah Ocalan îqna bike û got, "Girava Îmraliyê gireva aştiyê ye'.

(rc/ch)