Di operasyona Şengalê de 2 çeteyên DAİŞ'ê hate kuştin

18:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên hêzên YBŞ-YPJ Şengal li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê berdewam dike. Îro li dijî çetayan çalakiyek hat lidarxistin. Li gor agahiyên dawî heta niha 2 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

Li gor nûçegihanê RojNewsê ji herêma şer ragihand çalakiya hêzên YBŞ-YPJ Şengal îro li dijî DAIŞ'ê operasyon pêk aniye. Di encama çalakiya ku bi çekên giran û ferdî pêk hatiye, li gor agahiyê heta niha hatine bidestxistin, çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû..

Herwiha di heman herêmê de çalakiyek suîqastê jî li dijî çeteyan pêk hat ku di encam de çeteyek din jî hate kuştin.

Piştî çalakiyê balafirên Koalisyonê heman herêm bi dijwarî bombebaran kirin. Derbarê encama êrîşên hewayî de heta niha agahî nehatiye bidestxistin.
Tevgera hewayî li ser ezmanê Şengalê berdewam dike.

(ch)