Li Nigde yê qirkirina jinan

13:05

JINHA

NİGDE - Li Nigde yê jina 22 salî di mal xwe de mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine girtin di qata 5'emin ya avahiya li kolana Madenciler ya li ser Cadeya Mahmut Elhaci ya li Nigde yê dema ku derdor bi bêhna giran ya ji malê dihat li gel polîsan gilî kirin û li ser wê polîs hatin cihê bûyerê. Polîsan cenazeyê El Af Mahammed Moklayitî dîtin. Hat zanîn ku El Af Mahammed Moklayitî bi xwe ji Îraqê ye û ev demke li heman malê dimîne, hevserê wê Ali Sabbar Apdullah jî ev demeke nediyare. Piştî ku cihê bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat lêkolînkirin cenaze rakirin Saziya Tiba Edlî û girêdayî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.

(zt)