Gelo Sadiye ya meheke windaye li kuye?

14:20

JINHA

BURSA - Sadiye ya ku li navçeya Yenişehîra Bursayê emlax firoşiyê dike ji 6'ê hezîranê heya niha windaye. Ji bo dîtina Sadiye Şensozlu ya ku wesayîta wê li kêleka Gola Îznikê hatî dîtin berdewam dike.

Sadiye Şensozlu ya 50 salî ku li navçeya Yenîşehîra Bursayê emlaxfiroşiyê dike ji meha derbasbûyî heya niha malbata wê û polîs lêdigere. Wesayîta Sadiye li kêleka Gola Îznik ê hat dîtin wekedin ti şopên wê nexuyan. Li gorî lêkolînên ser qeyîdên qemereyan hatiye dîtin ku herî dawî di 6'ê hezîranê de Sadiye wesayîta bi pîloqa 16 HU 555 ya bi rengê reş ji otoparqê girtiye.

(zt)