Rêya Reqa û Sirrinê ket destê YPG/YPJ'ê
16:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona ku li başûrê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin de, rêya Reqa û Sirrinê ketine bin kontrola hêzên wan û gelek çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê 24 saetên dawî ya operasyona ku li başûrê Kobanê didome de daxuyaniyek weşand. YPG'ê ragihand ku operasyonên ku hêzên wan li başûre Kobanê li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de dabûn destpêkirin berdewam dikin û wiha hat gotin: "Duh hêzên me li vê qadê operasyonek nû dan destpêkirin. Di encama operasyonê de herêma dikeve navbera sîlsîleya gundê Maxaretên ku roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin û rêya Sirîn û Reqa ketiye bin serweriya hêzên me de. Bi vî awayî rêya Reqa û Sirîn ketiye bin kontrolê hêzên me de. Hêzên me di heman demê de di herêma dikeve navebara bajaroka Sirîn û gundên Serêkaniyê û Maharetên de jî serdestiye xwe ava kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.”
(zt)
