Mirinek jinan ya bi guman jî li Çinarê hat dîtin

16:31

JINHA

AMED - Hat zanîn ku li navçeya Çinara Amedê jina bi navê Sultan Oztemel jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Xanîka Jêr yê navçeya Çinara Amedê Sultan Oztemel ya 25 salî serê sibê di saet 08.00'an de di odeya têde dima ji aliyê malbata xwe ve darvekirî hat dîtin. Malbatê diyar kir ku deruniya Sultan nebaşbûye. Cenazê Sultan ji bo otopsiyê rakirin morta Nexweşxan Lêkolîn û Perwerdê ya Amedê. Piştî karên otopsiyê dê cenazê Sultan li gundê wê bê veşartin.

Sultan jina 5 ane li Çinarê bi bûyerên întiharê jiyan xwe ji dest dide.

(zt)