Cenazeya gerilaya YJA Star'ê Gulcan sibê bê definkirin

14:34

JINHA

COLEMÊRG - Cenazeya Gerîlaya YJA Star Gulcan Îşnaz (Zagroz Gulcan) a ku li herêma Doskî ya Geverê di encama qezeyekê de jiyana xwe ji dest da dê sibê bi girseyî bê pêşwazîkirin û pişt re dê bişînin Wanê.

Cenazeyê Gerîlaya YJA Star Gulcan Îşnaz (Zagroz Gulcan) a ku li herêma Doskî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama qezeyekê de jiyana xwe ji dest da dê sibê li navçeyê bi girseyî bê pêşwazîkirin û piştre wê bişînin Wanê û li taxa Sixkê bê definkirin.

Girse ji bo cenaze werbigirin sibê seat di 13.00'an de wê li ber avahiya HDP'ê bên cem hev û biçin qada Doskî. Dê paşê jî bi girseyî ber bi Wanê ve were oxir kirin.

(bd/ch)