KCDP: Em ê şopdarê doza jinên cotkar bin

16:41

JINHA

STENBOL - KCDP'ê diyar kir ku heya niha ji bo rêya Manîsayê ya 15 cotkaran jiyana xwe ji dest dane 7 caran pêşniyazname dane Meclîsê û bal kişandin ku li ser vê rêyê heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û got: ''Ji bo doza cotkaran ya ku li Manîsayê ji bo debara ketin rê û jiyana xwe ji dest dane, çi ji destê me bê em ê bikin."


Platforma em ê Cînayetên Jin bidin Rawestandin (KCDP), di derbarê mirina 13 jê jin û bi giştî 15 cotkaran ya ku li navçeya Golmarmaraya Manîsayê de pêkhatî, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li ser rewşa çotkaren de hate sekinandin û wiha hate berdewam kirin: "Di serî de zarok, hevser, dost û xizmên, Ummuhan, Ayşê, Zeyneb, Fadîme, Zekiye, Yildiz, Dûrdane, Nesrîn û Ezîze re em sersaxiyê dixwezin û em dibêjin serê we û me hemûyan sag bê. Ev rêhevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dane, wek bi hezaran cotkaran wê navê wan bi aweyek fermî di qezayê de jiyana xwe ji dest dane di qeydê were derbaskirin.'' Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji ber di Zagonên Kar'de mafê cotkaran nayê parastin û sîgortayên wan tune ye, zarok û malbatên wan mexdur dibin û wiha hate gotin: ''Li vî welatî herî zêde cînayetên jin û karkeran tê kirin, lewre her du alî jî bê parastin hatine hîştin.'' Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku berî niha ji bo vê rêya nebuyî 7 caran pêşnîyazname dane Meclîsê û heta niha 35 kesan li vê rê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate destnîşan kirin ku ev pêşiya van mirinan dikarîbû were girtin lê tedbîr nehatiye giritn. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku heta kesên berpirsyar derkevin hemberî dadê û pêşiya van mirinan were girtin wê têkoşîna xwe berdewam bikin û wê piştevaniya malbatên mexdur bikin, vê dozê bişopînin

(rc/ch)