Mirina zaroka 14 salî ya bigûman

18:03

JINHA

EDENE - Kader Erdogan ya 14 salî 6 roj berê di komirdanka mala xwe de bi awayekî darvekirî hatibû dîtin li nexweşaxaneya ku tê de tedawî ditît de jiyana xwe ji dest da.

Kader Erdogan ya (14) li navçeya Ceyhan a Edenê li taxa Belediyeevlerî de li komirdanka mala xwe de bi awayekî darvekirî hatibû dîtin li Nexweşaxaneya Dewletê ya Çukurova ya Dr. Aşkın Tüfekçi de tedawî ditît jiyana xwe ji dest da. Kader a tê idda kirin ku xwe kuştiye hate zanîn ku ji alî malbatê ve wek keçmarî (evlatlık) hatiye girtin.
Cenazeya Kader piştî kar û barên otopsi ya li Tiba Edlî ya Edenê xilas bû, li Goristana Ceyhanê hate veşartin.

(ch)