Cînayetên mêran ranaweste: Rasime û kurê wê hate qetilkirin
11:52
Tîrmeh
10
/ 2015
JINHA
STENBOL - Li Gungorenê Rasime Koçbay û zaroka wê, ji aliyê hevserê wê Abdurrahman Koçbay ve bi çekê hate qetilkirin.
Li Gungoren a Stenbolê kesê bi navê Abdurrahman Koçbay (67), Rasime Koçbay û kurê wê Alişan Koçbay qetilkir. Kujer piştî vê qetlîamê pêk anî, bi heman çekê xwe jî kuşt. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenaze rakirin Saziya Tiba Edlî û girêdayî mijarê lêpirsîn hate dest pê kirin.
(zt/ch)
