MLKP Rojava, bertek nîşanî girtina şervanên İspanyol da
14:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - MLKP Rojava nerazîbûn nîşanî girtina du şoreşgerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û ji aliyê dewleta Îpanyayê ve hatine girtin da û diyar kirin ku mezinkirina têkoşîna enternasyonal wê van êrîşan pûç bike.
MLKP Rojava têkildarî girtina du şoreşgerên Îpanyolî yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine û ji aliyê dewleta Îspanyayê ve hatine girtin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di azadiya Rojava û Şengalê de berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin û berxwedan her diçe mezin dibe. Rojava hêviya hemû gelên bindest mezin kiriye û xewna jiyana pêşerojê xurt kiriye. Ji ber vê yekê ye ku bi berxwedaneke mezin şoreşa Rojava tê parastin. Hevalên me yên komunîst ên Îspanyolî jî ji bo Rojava ji çeteyên faşîzan biparêze, li gelek eniyên Rojava de şer kirin û bûn pêkhateyên têkoşîna birûmet. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin mafdar û rewa ye. Parastina Rojava, şerê azadî û rûmetê ye û li her qadê rûmeta mirovahiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê parastina Şoreşa Rojava, çawa rewa û mafdar e, girtina her du hevalên me yên Îspanyolî jî ewqasî ne rewa ye."
MLKP’ê di berdewamiya daxuyaniyê de dewleta Îspanyayê şermezar kir û wiha got: "Ev êrîşa girtinê ya dewleta Îspanyayê ne tenê li dijî komunîstan li dijî têkoşîna dij-emperyalîst, dij-faşîzm a li dora Şoreşa Rojava mezin dibe ye. Mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst wê van pûç bike. Bi vê bîr û baweriyê em hestên xwe yên piştevaniyê bi rêhevalên xwe re parve dikin."
(zt/ch)
