Li başûrê Hesekê cardin şer destpê kir
13:50
JINHA
HESEKÊ - Li taxên başûrê Hesekê piştî bêdengiya 24 saetan careke din şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê rû dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, piştî 24 saet bêdengiya li taxên başûrê Hesekê ku ji 24'ê Pûşberê ve şerên dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê diqewimîn, şevê din saet derdora 00.30'an careke din şer û pevçûn li taxên Dûlab Iwês a li rojava-başûr û taxa Neşew Şerqî ya li başûrê Hesekê derketin.
Şer û pevçûn piştî ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin di wan taxan de pêş bikevin, hêzên rejîmê çekên giran bi kar anîn. Di heman demê de balafirên rejîmê deverên çete tê de bi cih bûne bombebaran kirin.
Şer û pevçûn hate saetên sibê dewam kirin. Der barê encamê de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku ji 24'ê Pûşberê ve êrîşî taxên başûrê Hesekê dikin, pêr çerxeriya Panorama û avahiya şirketa Resafê yên li başûrê Hesekê ji destê rejîmê derxistin.
(ch)
