Li hember bend û kalekolan çalakî li dar xistin
18:12
JINHA
DERSÎM- Li Dêrsimê aktivîstên xwezayê bi armanca protestokirina projeyên bendav û HES'an, li derdora Gola Bûyer Baba ya bilindahiya 2 hezar a çiyayê Mûnzûrê, destê hev girtin û çember çêkirin.
Li Kurdistanê bi projeyên bendavên ewlekarî û HES'an re qetlîama xwezayê dewam dike, di hefteya duyemîn a meha Tîrmehê de ji Ewropayê heya hemû cîhanê di bin navê "Avêtina Mezin" de xwe avêtina çek û Golan pêk tê, li Dêrsimê jî aktivîstên xwezayê li çiyayê Bûyer Baba çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya wê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê dike de, projeyên HES, kalekol û bendavên ewlekariyê yên li bajar têne çêkirin hatin protestokirin, li derdora gola ku pîroz tê dîtin de ji bo parastina xwezayê dûa hat kirin.
'Gol ji bo me pîroz e'
Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Haydar Çetînkaya da zanîn ku em bi armanca protestokirina bendav û kalekolan derketina lûtkeya çiyê ya li bilindahiya 2 hezar metreyan û wiha axivî, "Em weke komele îsal çalakiya Bîg Jumpê li gola herî bilind a Dêrsimê pêk tînin. Di heman demê de ji ber ku Gola Bûyerê pîroz e, em nakevin avê û em li derdora golê destên hev digirin û gol û çem û xwezaya xwe sembolîze dikin û bi vê ve girêdayî me bendav, HES, kan, kalekol û qereqolên ku her sal zêde dibin protesto kir."
(ch)
