Li Çinarê mirina jinek bigûman

15:15

JINHA

AMED - Li navçeya Çinar a Amedê hate îdia kirin ku jinek ciwan a 15 salî xwe kuştiye.

Li taxa Xirbêsitil a girêdayî navçeya Amedê ye hate îdîa kirin ku jinek ciwan a 15 salî xwe kuştiye. Hate zanîn ku jina bi navê B.P, bi malbata xwe re ji bo çêrandina ajalên xwe hatine taxa Xirbêsitil ( Belîtaş) a 45 km ji navçeyê dûr e. Hat diyar kirin ku B.P di kon de bi derba tûfeka neçîrî mirî hatiye dîtin. Cenazeya B.P ji bo otopsîyê birin amedê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate vekirin.

(ch)