Li Kobanê teqîn!
13:34
Tîrmeh
20
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê xwestin bi wesayîtakî bombebarkirî êrîşekê pêk bînin lê wesayît hat bêbandorkirin.
Serê sibê çeteyên DAIŞ'ê xwestin bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşê li Dibistana Mihemed Dira ya li başûrê Kobanê bikin, beriya ku tirimpêl bigihişe armanca xwe şervanên YPG/YPJ'ê pê hesiyan û tirimpêl bê bandorkirin.
Hemdemiya teqîna navçeya Pîrsus a Rihayê ya li hemberî ciwanên SGDF'ê û ya li Kobanê pêk hat jî balkêş e û der barê bûyerên teqemeniyê de agahiyên zelal hê nehatiye bi dest xistin.
(ch)
