Qetlîama Pirsûsê li bajaran tê protesto kirin

14:17

JINHA

AMED: Êrîşa li hemberî ciwanên SGDF'ê ya ji bo tevlîbûna ji nû ve avakirina Kobanê dê bîçûna Kobanê wê li bajarên cuda were protesto kirin. Li Amedê bi pêşengtiya DBP'ê, li Stenbolê jî êvarê li Tûnelê dê meş were li dar xistin.

Li Amedê bi pêşengtiya DBP'ê ji bo şemezarkirina êrîşa li Pirsûsê pêk hat dê meşek were li dar xistin. Meşa ku bi pêşengtiya DBP'ê pêk were, HDP,DTK, KJA û gelek saziyên din dê tevlî meşê bibin. Girseya ku sibe seat 18.00'an dê li ber avahiya DBP'ê komî ser hev bibin heta ber avahiya DTK'ê wê bimeşin.

ESP, dê ber bi avahiya AKP'ê ve bimeşe
Endamên ESP'ê jî dê li Enqere bi armanca şermezarkirina êrîşa li hemberî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo înşaya Kobanê çûn navçeya Pirsûsê pêk hatî dê ber bi avahbiya AKP'ê ve bimeşin. Meş dê li ber Navenda Giştî ya ESP'ê seat 18.00'an de dest pê bike.
Her wiha hate ragihandin ku li gelek bajarên din jî dê çalakiyên şermezarkirinê pêk were

(ch)