Fîgen Yûksekdag ber bi Pirsûsê ve bi rê ket

16:10

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ber bi Pirsûsê bi rê ket. Li bendêne ku Fîgen têkildarî êrîşê de daxuyaniyê bide û MYK'a HDP'ê jî dê sibê di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de kom bibe.

Civîna awaret a MYK'ê ya HDP'ê dê sibê li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk bê. Di civînê de dê êrîşa li Pirsûsê pêk hat û tedbîrên bên girtin dê bên nîqaşkkrin. Di heman demê de de agahiyên ji Pirsûsê girtin dê bên nirxandin.

Li aliyê din Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ber bi Pirsûsê ve bi rê ket. Li bendêne ku Yuksekdag di seatên êvarê de li Pirsûsê be û dê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

(ch)