Nasnameya 11 ciwanên SGDF'ê hate aşkere kirin

17:40

JINHA

RIHA- Navê hin endamên SGDF'ê yên di êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest dan aşkera bû.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)'ê hat dayîn nasnameya hin kesên di komkujyê de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Koray Çapoglû, Cebraîl Gunebakan, Ûgûr Ozkan, Nurten Kiliç, Veysel Ozdemîr, Yunus Emre Şen, Nazegul Boyraz, Kasim Deprem, Alper Sapan, Okan Pîrînç, Ferdane Kiliç, Hatîce Ezgî Sadet û Mucahît Erol.

Ji ber li ser hin kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane nasnameyên wan tûne bûye nehatiye zelalkirin. Cenazeyên van kesan rakirin nexweşxaneya Tiba Edlî ya Dîlokê

(ch)